
Leser bistûy jyan wek darî çakî
Be tenya mawmewe bê berg û bê ber
Gelêk bê tîntire tîşkî humêdim
Le zerdey rojperî mangî xezelwer
Şewî tarîk were bikşê be serma
Ke amêzit penay rojgarreşane
Wekujêne çiray estêrekanit
Ke rûzerdîm leber talî’geşane
Legel rojî humêd nalêke hîwam
Wekû sêber le rûnakî rewyum
Henasey lê bira bay fênkî awat
Be kûrey daxî hesret daçzîwim