
Bêwefayî yar dilmî tenîwe
Rûnakîy le dilî min helçinîwe
Melî awatim xoşî nedîwe
Le hewargey dil danebezîwe
Be çawan îtir efsûnit mawê
Ewînî rastî bo dilim bawê
Tuxwa were lam danîşe tawê
Bizey tom hebê min dunyam nawê
Be nakamî jyam, be nakam demirim
Heta ew rojey hatîye ser qebirim
Hetakû mabûm to netgirt qedirim
Giryan manay nê wa leser qebirim
Were nazenîn cefa mefroşe
Rûbendit lade lêm damepoşe
Sirtey ewîn û dildarî xoşe
Ewîndar daym dilî le coşe