
Xyaban xiroşawe hestawe zîndû
Sedan dest û leş
Peykere û remzî hestan dijî koyletî
Xyabane senger
Şirîxey tifeng û serî pir le endêş
Be dar û çek û mişt be deylem
Xyaban çi set û çi berdînedil bû
Sedan pişt çemawe
Ke hatin be *?
Dehatin be gij senger û xelkî cengawerda
Hemîsan xyaban şeqamî hejarî
Çenêk derd û jan
Çendeha şan û pîl bû
Ke kujran û ke êşan
Le pasga û îdarey şeraret
Çendeha leş ke gewzan le xwêna
Hemîsan xyaban şeqamî hejarî
Belam wa dûbare
Dijî koyletî û meynetewe
Xyaban debête perawper
Şepolî şer û i’tiraz û şorş