
Bê dîn bim eger lale biçênim
Bê dîn bim eger awî bo bênim
Min daxî lale zore le dilma
Bê dîn bim eger nawî bihênim
Awî lêwan bê kewserim nawê
Cewherperistim gewherim nawê
Gyanî min pûşe û cwanîy to agir
Agir bebê pûş nasûtê tawê
Ger dil dilbere ey dilber kame?
Ger dilber dile ey dil çî name?
Dilim û dilberim wek yek debînim
Ne dilim dyare û ne dilber lame