Nasir Razazi

Hebîbim Wey Hebyexan 2

By: Nasir Razazi
Dialect: Sorani
165
Hebîbim wey wey hebyexan
Tom gule sûrey le baxan
Befrî ser lutkey şaxan
Tazebûkî naw dîwexan
Bot nemam le derd û daxan
Dîmen wêney çiraxan

Bese ta key bequrban
Memkuje be êş û derdan
Ta key wêl û sergerdan
Kêw û deşt û çol û herdan
Kwa belên û şerit û peyman
Leser çî bûy peşîman
Hebîbim wey wey hebyexan
Tom gule sûrey le baxan
Befrî ser lutkey şaxan
Tazebûkî naw dîwexan
Bot nemam le derd û daxan
Dîmen wêney çiraxan

Ca çon negrîm
Ca çon nerjê seylî sirişkim wekû baran
Çon wekû ye’qûb
Çon her wekû ye’qûb nebme şorey şaran
Ca çon nerjê seylî sirişkim wekû baran
Çon her wekû ye’qûb nebme şorey şaran
Lew yusfe pirsîwme le bêgane û yaran
Hergîz nîye soraxî le hîç lawe dilî min

Ta ew rojey bimênim
Xawenî şerit û belênim
Be hoy towe dexwênim
Toy hewên û rênwênim
Toy demar û êsk û xwênim
Kizey cergî be xwênim
Hebîbim wey wey hebyexan
Tom gule sûrey le baxan
Befrî ser lutkey şaxan
Tazebûkî naw dîwexan
Bot nemam le derd û daxan
Dîmen wêney çiraxan
Honrawey meqam: bêxud