Zahir Jalal

Dabran

By: Zahir Jalal
Dialect: Sorani
113
Lewetey lêt dabrawim
Bo dûrî to peşokawim
Nazanim bo le gişt layê
Şêwey to dête ber çawim
Le çawanma helmigirtûy
Ferşî nîgam bo raxsitûy
Ger be cesteş le min dûr bî
Be roh le nêw dilma nûstûy
Wek henase pêwîstî bom
Bo tarîkîm bibe be mom
Nizîk be lêm ba ewende
Xem le dûrîy balat nexom
Çawriwanim ke bêytewe
Dilnewayîm bideytewe
Le dilewe xozgem dexwast
Tenha carê ser beytewe

Bo hatnewet wekû şêtim
Peyker’asa leser rêtim
Ger bizanim to dêytewe
Heta mirdin çawerêtim
De werewe roh û gyanim
Îlhamî gişt şê’rekanim
Be hatnewet awedane
Malî dil û baxçey jyanim
Wek henase pêwîstî bom
Bo tarîkîm bibe be mom
Nizîk be lêm ba ewende
Xem le dûrîy balat nexom
Çawriwanim ke bêytewe
Dilnewayîm bideytewe
Le dilewe xozgem dexwast
Tenha carê ser beytewe