
Felek biruxêy heta key wa bim
Rût û pêxawis daym geda bim
Qet nebû satê be kirasê şad bim
boçî meger gam ke pêstê ka bim
Gulebax gulebax gulî baxî
Bê keyf û boç bê demaxî?
Çî buwe toray hemîsan?
Gulalesûrey nîsan
De pêm bilê leser çî
Mat û melûlî boçî?
Kê way lê kirdûy kê?
Pêm bilê dilit da be kê?
Gulebax gulebax gulî baxî
Nexoş û hêz lê birawim
Le dûrît ey her dû çawim
Min be tîrî to pêkawim
Damna leser to dû çawim
Toyş elêy biro lêt torawim
Carêkî tir nebey nawim
Boçî çîm kirduwe gulim
Ecnî sî û cerg û dilim
Gulebax gulebax gulî baxî
Nekey çîtir nawim bênî
Bê û bipirsî bilêy çonî
Han edem lêt den be dar
Jînit lê biken be jar
Pêmxoşe bimden le dar
Xwardinim bê jarî mar
Xulamêkim bê perwa
Le qîmeşim den bexwa
Gulebax gulebax gulî baxî