Chinar

Dilî Min

By: Chinar
Dialect: Sorani
108
Ay dilî min çen tenge
Elêy gomêkî menge
Be berdewam egerêm
Dengê naye lew denge

Hemû ’umirim beba çû katê dabram le to
Esrînî her dû çawim helwerî nemzanî bo
Bay êwaran birdimî pêkenînmî da be to
Şepolî dilim westa kê ezanê boçî bo

Kwanê sûtay wek çira bo tenyayî seferim
Kwanê ruxsarî çawit dagîrsawe bo şewm
Min hewrî asmanê bûm giryan daypoşî malim
Ewînit sêber bû bo min, sêberîşt şikandim
Ay dilî min çen tenge
Elêy gomêkî menge
Be berdewam egerêm
Dengê naye lew denge