
Her êware goranîyêk embatewe bo nîştiman
Kê nalê firmêskî mine lewêra ebê be baran
Pêm bilên bîrî kê nakem, pêm bilên bîrî kê nakey
Her dû dwanen kurd û azar xudaye em derde ta key
Xom edeme dem awazê ke be derdî dil bisazê
Eydem be şine henasem bomî bibatewe razê
Hemû kuncêkî nîştiman bo dilî min sablaxêke
Azarî her bistê xakim le sîney minda axêke
Çî koşk û seray dinyaye çî baxe le sererêma
Hîçyan nagen bew kolane ke minalîma cê ma
Hez ekem hênde hawar kem dengim biga be çwarçira
Bîrtan ekem xuşkî şîrîn, bîrtan ekem kakî bira
Xom edeme dem awazê ke be derdî dil bisazê
Eydem be şine henasem bomî bibatewe razê
Hemû kuncêkî nîştiman bo dilî min sablaxêke
Azarî her bistê xakim le sîney minda axêke