
Dilim matî xemî hîcranî toye
Nexoşî derdî bê dermanî toye
Ewe ’umrêke çawim çawekanim
Xerîkî şîwen û giryanî toye
Birînim karîye cergim birawe
Ewîş karî biro û mujganî toye
Dilî birdûm* nîgay çawî xumarit
Yeke û gîrawî dû mestanî toye
Dilim matî xemî hîcranî toye
Nexoşî derdî bê dermanî toye
Hewalî rojî mehşer ger depirsî
Xeber destî min û damanî toye
Eger peymanekey destit şikandim
Dilim meşkêne hawpeymanî toye
Eto sûçit nebû çawit minî kuşt
Mefermû çawekem tawanî toye