Awat Bokani

Bîrim Kirdûy

By: Awat Bokani
Dialect: Sorani
10
Bîrim kirdûy be qed tewawî dunya
Bê to jînim lê bote xewn û birya
To nazanî çend diltengim le dûrît
Dilim tenge bo to be taqî tenya

Le nêw xewn û le nêw mestî û wişyarî
Hest pê dekem be diltengî û xembarî
Çende çole dunya leber çawî min
Çawim heldênim debînim to nadyarî

Dil be hîway dîdarit aram degrê
Aram debê ew katey nawit debrê
Ke min hîwam nebuwaye be dîdarit
Hênd zor debûn xemim ger be kes nexurê

Gir ber dedem le xor be agirî sînem
Desûtênim dunya bew gir û tînem
Ta bizanin be sûtan û birjanim
Çend diltengî ew şoxe nazenînem

Bîrit dekem jyan çirke be çirkey
Dûrî toye dilim ew jan û birkey
Derdî dûrît awa sext û be jane
Xo min demirim xot le jînim beder key
Xo min demirim xot le jînim bizir key
Bêkestirîn kesim dûr bim le çawit
Suknayî dê dilim be yad û nawit
Çonit pê bilêm halî dil çone bê to
Zor nemawe dilim der bê le tawit
Honrawe: kawe daşbendî