We dengê naqusê kilîsa qesem
We selîbê pak we ’îsa qesem
We lîm zulim kirdî dunyay cefakar
Dûsegem birdî bîme ’ezadar
Sey ke waranê eşkeylê şûrim
Çü qirçe xeyde cergê rencûrim
Felek le bargay tonîş dilgîrim
Bextim şîwanî çi bî texsîrim
Wextî ’ecel hat û dunya û dînim bird
Asmanîş le bextim gîrey gird
Dar û nedarim le desim der kird
Henasem serd û dilim matem gird
Kafir le halim kirde muselman
Şîn û zarîyêm we ’alem risan
Dî dengê naqus nîyekey aramim
Cur ’ezîzmirdî her perîşanim
Dûsê dilsûz û bî qel û qeşim
Üşm le lay xwed xak biken leşim