Be qed şimşadî bostane be rû bax û gulistane
Be lêw kewser, be çaw saqî, be wêne hûr û xelîmane*
Le ser kêwî dilim daym wekû mûsaye* ’îmrane
Be şu’ley şem’î ruxsarî hemû dunya çiraxane
Temaşay dulberî min ken supasalarî xûbane
Le nêw xubanî ’alem take em şoxe be bêbakî
Dile ger to netirsawî çîye wa mat û xemnakî
Le meydanî melahet şaswarêke be çalakî
Hezar ’aşiq ke û tab û taqetî nabê le meydanî
Le layê ceyşî egrîcey le layê tîpî mujganî