Ey na’umêdî ey na’umêdî
Ey renceroyî û dil na’umêdî
Bedbextî wek min tuxwa sa kê dî
Derdî mecnûnîm hênawete dî
Her le necdewe ta herdanî duceyl
Bo leyl egeram derûn le xem keyl
Hatme bêstûn lay qesrî şîrîn
Bo ferhad giryam be diley nimîn
Nekeroz geram wadî be wadî
Şwênî hewargey êlî miradî
Şîw û herd û berd ta lûtkey berzan
Gişt weyşûme pir gelarêzan
Le derbendîxan çûme kelîxan
Ew nawe yekser şêwawe û wêran
Be cewrî felek yekser wêrane
Bayequş têyda girtûye lane
Pirsîm bayequş dostî hawderdim
Le cîhan bêzar yarî çolgerdim
Boçî wa çole em merz û bûme
Le kwê peyda bû weyşûmey şûme
Cwabî damewe be qulpey giryan
Minîş wa cergim buwe be biryan
Îmsal beharman ke bê barane
Gulaley sûrman cergî yarane
Le her sê lawe şayye berîze
Xenebendanyan xwênî azîze