Husen Farhang

Jîn Û Jîwar - Bê Mosîqa

By: Husen Farhang
Dialect: Sorani
64
Ey hetawî asmanim xoşewîstîm pêye bot
Pir be naxî roh û gyanim xoşewîstîm pêye bot
Ger be şayanî bizanî bibme sergerdî qedit
Ta helîdegrê jyanim xoşewîstîm pêye bot

Gerçî şanî xoşewîstît qet le şanî min neda
Ta helîbgirim be şanim xoşewîstîm pêye bot
Derkî malit awela key sozî mîwanit debim
Taqetî roh û rewanim xoşewîstîm pêye bot
Jîn û jîwarim dilî tînû leber pêt kewtuwe
Ey henasey sewzî manim xoşewîstîm pêye bot
Gerçî hêndem xoş dewêy bom nakirê bîlêm ke çend
Pir be koşî nîştîmanim xoşewîstîm pêye bot
Honrawe: eyub ehmedî (tînû kokeyî)