Jalal Dawdi

Min Aman Û To Aman Û A Leylî Leylî

By: Jalal Dawdi
Dialect: Sorani and Kalhori
46
Hefit sal hakim bûm birakem îse recalim
Hefit sal hakim bûm îse recalim
Muhtac we zekat bimirim ey egrîce û xalim
Merdim, kurgel min sahêw bax û gulêk bûm
We wîney bulbul leser çilê bûm

Ax îse dilekey min biryage merdim
We wîney bejin û şaney egerdim
Taze we temay sewday bulbul nîm
Ewîş xewê bû dîm û ya nedîm
Ax ax ax ba xom bimirim

Xwa neka :<

Min dûkandarim tu mayey desmî
Xo min kesim nîye her xwed kesmî
Min aman û to aman
Ey xwa le rêy îmaman
Ay ferê destim we daman

Kizey wefrelül wey we rü raxewe
Yarim wêsyawe wey we beydaxewe
Min aman û to aman
Ey tuxwa le rêy îmaman
Ey şewê destim we daman

Ey hawar ey aman
Tenya û xerîb
Le çwarrêyanî gerdûna rawestawim
Weku bawe adem tenya
Le xakêkî reş xulqawim!
Beheştî xwam leber hewa firê dawe
Belam hewa le dwajwangey ber cennetî çawekanya
Sêwî kalî dilî birdim royî û îtir nehatewe!
*êsta, êsta, tenya, tenya
Le şeqame çolekanî rohî xomda, sergerdanim!
Wek şepolêkî yaxîm û hîç benderêk baweşim bo nakatewe!
Êsta lêre, şa’îrêkim tek û tenya
Goranîbêjêkim le şewêkî bê bwarda denk denk
Xemekanim dehonmewe!
Wey lê ax

A leylî leylî gyan *?
*?
Nawid şineftim wexte bot bimirim
Key ew rûje bay leylî gyan bêwefa ser gonat bigirim
*?

Of leylî leylî leylî gyan leylî çîde ku
Leylim çîde ku
Mald kawil bê leylî rencim bêwer bû
Malî kawil bê hemîd malim kawil bû

Şazade mamemd leylî zyaretgay kirdime
Şazade mamed celal gyan zyaret kirdime
Çawgelî yarim şapûr deway derdime
Yaxwa we xêr bêy ew çun mamosame
Leylî leylî leylî gyan leylê xefûrî
Ame çen wexte celal to le min dûrî

Nazar û nazar her toy nazenîn
Be gyanit qesem wey wey geryagim le dîn
Sewday dûrîyeket karê pêm kerden
Ey bêzarim le jyan razîm we merden
Hey dad û bêdad dey derbeder xom
Baxewanekey baxî bêber xom...
Honrawey qetarî duwem: celal melekşa
*: le honrawey şa’îrda " êsta, tenya, tenya, tenya
Le şeqame çolekanî rohî xomda, sergerdanim!
Wek şepolêkî yaxîm û le deryay xom helbirawim
Hîç benderêk baweşim bo nakatewe!
Êsta lêre, şa’îrêkim zamekanim dehonmewe
Goranîbêjêkî tenyam û le şewêkî bê bwarda...
Denk denk xemekanim denûsmewe!" hatuwe.

Faylî em goranîye natewawe, tikaye eger faylî tewawtan le laye le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binêrn. sipas