Sine şarekem şarî şîrînim
Bêşkey le dayikbûn helorik jînim
Siney qareman Siney Heloxan
Siney Mestûrey şair Kurdistan
Sine şarekem şarî şîrînim
Bêşkey le dayikbûn helorik jînim
Tikyegay gelim menzil ejdadim
Her to abad bî minîş dilşadim
Xoşewîstî to Sine ewînim
Min çawim boçes toy pê nebînim
Sine şarekem şarî şîrînim
Bêşkey le dayikbûn helorik jînim
Şarekem bimrim bo dil pir keylit
Kwanê Xesrawa gerdişgay leylit
Sine baxgelêt asaryan nîye
Herçê erwanim dîyaryan nîye
Sine şarekem şarî şîrînim
Bêşkey le dayikbûn helorik jînim
Ehay Awyer ewe min hatim
Destperwerdekey aw û hewatim
Eçme naw xeyal ta da enîşim
Be yad guzeştet ax helekêşim
Sine şarekem şarî şîrînim
Bêşkey le dayikbûn helorik jînim