
Daye gyan bigrî leser xakim ke wa şînim dewê
Zor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewê
Min gulî sed arezûy jînim le xaka xewtuwe
Xakî meydanî xebat rengînî xwênî min buwe
Damenîşe daye gyan bo hatnî min çawerê
Dilnya be, besyetî, bo dengî derga megre gwê
Daye gyan swêndim be firmêskî geşû êşî dilit
Daye gyan swêndim be cewrû meynetî bê hasilit
Min demêke cergî sûtandûm henasey serdî gel
Dilpirî kirdim xemî deskurtîw reng zerdî gel
Min kurî kurdî şehîdî rêy xebatim daye gyan
Kotrî xwênîn perî baxî wilatim daye gyan
Daye gyan ew kîjey wa etwîst be bûkî to bibêt
Xot bide pîşanî carêk ba be hîway min nebêt
Takû bitbînê ke reşpoşî le ser ta patewe
Belkû birwaw dilnya bêw min lebîr bibatewe
Daye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewê