Bayiz Mistefa

Sêwexan

Bi dengê: Bayiz Mistefa
Diyalekt: Soranî
1073
Lem wilate daçorawe ta dêm enfal berîn û berîntir debê sêwexanê
Lem wilate daçorawe ta dê birîn qûl û qûltir debê sêwexanê
Lem wilate daçorawe ta dê ewîn mehal û mehaltir debê sêwexanê

Sêwe xanê emşew le gerdûnî çawta lenger degirim
Hatûm le maçanit bigirim sêwexanê
Sêwe xanê emşew biruske zîn dekem deroyn deroyn sêwexanê
Bo kwêt berim sêwe xanê bew şewî ba û boranê
Na na na nagemewe kurdistanê sêwexanê

Bo kwît berim serdarî rohe şêtekem
Bo kwêt berim sêwexanê
Em kernevalî kuştine bo êmeye
Em hemû pete zibrane bo gerdinî sed car rûşawî êmeye sêwexanê
De pêm bilê bo kwêt berim
Eme kûlekey rohekem bîşkêne
Eme dile nasorekem bîsûtêne
Çon em dilet bo binêrim
Be kam qasîdî bispêrim sêwexanê

Dezanim gyanh dezanim
Xoşewîstî tewqî ebedî gerdine
Xoşewîstî sûtane dagîrkirdine
Bê to serdarî rohekem jyan menfa menfaş tûnêlî mirdine sêwexanê
Her to serdarî em rohe şêtey minî
Her to bestey em geruwe nûsawey minî sêwexanê
Bo kwêt berim sêwe xanê bew şewî ba û boranê
Na na na nagemewe kurdistanê sêwexanê
Sêwe xanê sêwe gyanê rohe xanê ax sêwexanê