Ay belence belence belence hîç nemawe
Hemûy win bû bizir bû lejêr hewrî ebawe
Hemûy win bû bizir bû be dest hukmî melawe
Rebbî wêran bê êran sed sal bo paş gerawe
Bote zîndanî tarîk be dest hukmî melawe
Sedey bîsteme keçî eba û meqne’e bawe
Ew meqne’ey firê de ba ruxsarit bibînim
Ew ’ebayey firê de ba balaket bibînim
Trîfey mangî sîmat sarêj deka birînim
Boçî deyşarîtewe ciwanît ke dinya dênê
Rojê agirî sînem ebaket desûtênî
Jin debê tê bikoşê ta helawarde nemênê
Be xebat bo rizgarî qanûnî reş bişkênê
Jinîş însane debê xoy mafî xoy bistênê
Ay belence belence her demênê
Feqet hukmî melaye debê laçê nemênê
Her axunde ke hukmî debê win bê nemênê