’îşqit bêçarey kirdûm bonit mayey umêde
Tayek lew zulfe cwanet bendî dilmî girê da
Dengî bulbul û qumrî dê de nîweşewêda
Dil be lêw’alê bende boye şêt buwe dewêda
Kaxez denûsim bo leyla be dilêkî pir be xwênewe
Dengî qurîngan dê le heway delêy kwêstançîn dênewe
Şew dawetyan têkra dekird lalebedestan
Çend cwan û pak û şîrîne kîjî kurdistan
Heta nemirdûm mawim were hêzî henawim
Le nexoşxane kewtûm, çaw be moleq wêstawim
Bom bangî dukturî ken demirim be astem mawim
Xuda boxoy dezanê etoy bînayî çawim
Reng zerdî xezan xetay payîzen
Reng zerdîyekey min dûrî azîzen
Deba bisazêyn xem boçî zîz bûy
Be bê texsîrî damen gîrim bûy
Aşqan be meqsûd geyîn edî yarî min kwanê?
Şerit bê qet meylî nanêm taxuda deka dîwanê
Helweday çawî reşim ta cizîr û botanê
Xemî dayk û babim nê, lêm becê mawe cwanê
Kaxez denûsim bo leyla be dilêkî pir be xwênewe
Dengî qurîngan dê le heway delêy kwêstançîn dênewe
Şew dawetyan têkra dekird lalebedestan
Çend cwan û pak û şîrîne kîjî kurdistan