Min perwanem le dway xalit
Sûtam be îşqî cemalit
Ey bê wefa ta key cefa
Be dane daney esrînim
Erjê le hîcrî dû pyaley çawî kalit
Rebî çaw ciwan neroy lêre
Şêtî tom dinya deyzanê
Be xuday gulim nêwî dilim
Ke Mecnûn wêlî şaxane
Wekû min şêtî Leylay niye
Gule ciwanê
Min aşqim wêl û şeyda
Bo sûre gul lew baxeyda
Ey saye lar, ey gwê be gwar,
Demrim le ber koçî dûrit
Xwênî mine koçî sûrit, koçî sûrit
Koçî yarim, koçî sûre
Behare xêl berew jûre
Rebî qasîd kurit bimrê
Yaxuda ew koçe sernegrê
Çunke yarim le min dûre, le min dûre