Ey baldarî naw hêlaney ser popî dirext
De nûkî giyan bikerewe bo ser denikê bext
Rayweşêne serî xewî jêr sêberî xest
Be piruşey awî aga derûn bike mest
Leser berdî qerax awî kefçerênî çem
Bîtekêne xolî çîney bê aramî û xem
Solî şoxî bigre leser rîzî bereza
Çingî lence bênê beser çîmenî xêza
Çil be wirşe û to be quney niyazî çen sale
Zemawendê saz biden lew mile û ser yale
Helperin û ew wişane bike be raste
Asoy hîwa û serfirazî cût û peyweste