
Ey mutrîbî herîfan dest ke be nexmexwenî
Awazî toye bo dil wa def eka xemanî
Bezmit şîfaye sa dey, bom lêde berbet û ney
Ew derdî dil heta key, çî mawe umrî fanî
Bom lêde çeng û ûde, remze le ya wedûde
Ba kwêr bê em hesûde, em sire ba nezanê
Mutrîb be saz û ney bê, saqî be camî mey bê
Ta aczî me tey bê, rû bikeyne şadumanî
Saqî le dil hezer ke, çare le derdî ser ke
Carêkî yek nezer ke, bo Safîyî Hîranî