Mele ciwanekey ser darî kanî
Boç enalênî heta beyanî
Hîç kes natwanê ta roj binalê
Meger aşiqî dêwaney xalê
Were herdûkman naleman yek xeyn
Belkû bew eşqe nîştman serxeyn
Naley min le şewq ew ruxsareye
Ahim le dûrî ew dîdareye
Ewe min diyare bo yar enalim
To le cewrî kê hawar be malim
Were herdûkman naleman yek xeyn
Belkû bew eşqe nîştiman serxeyn
To kê derûnî lê helqirçandî
Kam yare wa bem derdey geyandî
Diyare min û to herdû hawderdîn
Herdûkman wek yek tûşî yek derdîn
Were herdûkman naleman yek xeyn
Belkû bew eşqe nîştiman serxeyn
Mele ciwanekey ser darî kanî
Boç enalênî heta beyanî
Hîç kes natwanê ta roj binalê
Meger aşiqî dêwaney xalê
Were herdûkman naleman yek xeyn
Belkû bew eşqe nîştiman serxeyn