
Germyanî yan kwêstanî maşelaw lê bê cwanî
Wesfî toyan bo kirdûm be cilî kurdîyewe cwanî
Çende nask û nazdare kîjoley sileymanî
Erê wey wey wey naskoley çawciwan oxey
Satê le lam danîşe be kwêrî çawî kabray
Bêne û bimderê maçê noş bê ba bête ser dey
Çawreş bimderê maçê noş bê ba bête ser dey
Derd û dermanim bedrî danîştuwe çend cwan degrî
Maçî bedrî xoştire wela le birîncî sedrî
Erê wey wey wey naskoley çawciwan oxey
Satê le lam danîşe be kwêrî çawî kabray
Bêne û bimderê maçê noş bê ba bête ser dey
Çunke yar to mehbûbey qesem be xalî gonat
Çunke yar to cûlekey swêndit edem be tewrat
Sed sal le lam danîşî bexway têr nabim le lat
Xemxiwar û xwênşîrînim xwênaw dê le birînim
Yarebî bexêr bêtewe yarekey rezaşîrînim
Hêşta leser lanke kuştey çawî ewînim
Genmeşamî lew xware pêy delên gule kabe
Emin ’aşiqî balat bûm be sed şêx û eshabe
Emin şêtî balat bûm be sed şêx û eshabe
Bêne xwar û bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinya lê buwe be zirêbar leber gêlgêledarê