Denîz Deman

lorîka min

Bi dengê: Denîz Deman
Album: lorî
Diyalekt: Kurmancî
90
Em koçerê rêya dûr in
Birîndar in birîn kûr in
Tî û birçî li van çolan
Pîr û kalin jin û hûrin
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destê min

Wekî dêva çav sor kirin
Bi napalim êrîş kirin
Bihar tarî û reş kirin
Canê şêrîn hev par kirin
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destê min

Kurêm canê şêrînbiha
Erzan diçe îro wiha
Ev mirina bi vî rengî
Gelek tal e zor û zula
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destê min