Elî Xendan

Oxey Desire Peşmîne

Bi dengê: Elî Xendan
Diyalekt: Soranî
74
Ax bom bang kene şemalî demêk dê demêk naye
Deyda le *? bo min dête semaye
Seferêkim kewte ber bo kine mal ew zuleyxaye
Qur beser ’elî xendan car car le jwanim naye
Ey oxey desre peşmîne feslêk ba deyşekênê
Cerg û dil û perasûm hemûy xwên dedelênê
Temena le xuda dekem bê to ’emirim nemênê
Sed xozgem bew kesey ke şewane detgewzênê
Car care detgewzênê

Ax kîjan girtyan komele yarî xomyan degele
Her xecîc baş denasim mamzî ser be *?
Leser to î’damim ken deyrfênim îşella
Weser bedkaran kewê seraser derd û bela
Deyrfênim xecîcim be îznî resûlella
Be îznî resûlella
Ey oxey desre peşmîne feslêk ba deyşekênê
Cerg û dil û perasûm hemûy xwên dedelênê
Temena le xuda dekem bê to ’umirim nemênê

Ay swênd dexom bew qur’aney hênat lêkit kirdewe
Hew carit dest pêda da bo mizgewtit birdewe
Emnîşt kolewar kird be ejnoy zerdewe
Emnîşt kolewar kird her be dax û derdewe
Eger lêm ’aciz û tûrey fermû aşt debînewe
Fermû aşt debînewe
Çînit be qurban bê be şeş dang maçînewe
Eger le kabray tûrey heste ba biçînewe

Ey hawar hezretî xews ger lengerit le bexdaye
Le xizmet to lêy deden kemançe û tepil û naye
Qur beser ’elî xendan bendî girane boy naye
Malî be qurê girtûm kuştûmî ew sermaye
Oxey desre peşmîne le hewlêrê xulqawe
Lal bim bay hewlêrîyekan le desmalekey dawe
Ranî wek wirey lokey helac helêpêçawe
Didan wêney mirwarîye be sed westa têkirawe
Panyey qeysî dêborqan baxeban penay dawe
Ew peşmîney min deylêm ’eynen delêy qendawe

Ey *?
Leber bendan wa nakem
Ca qurî kwêt bo weser kem
Natwanim pir be dilî xom xarî demê û maçî kem
Eger lêm qibûl deken e lêrey xelasî dekem
Besye desre peşmîne xomî *? kem