
Heyran derêm ay ay... gelê birîndarim of
Heyran derê gelî biraderîne ewe payze payzêkî gelê le min direnge
Delêm wey babe ger min mirdim qet melên direnge
Qebrekî lebo min lê biden be quling û bêle
De cwabekî lebo min binêrin be bejnê barîk û kabanê malê
Deba şînêkim lebo bigêrê wa zû sed caranim ox
Heyran derêm
Heyran derêm were birayne le beynî gwêyanim dê bayêkî pîre şemalê
Heyran derêm were birayne bayekî pîre şemalê le beynî gwêyanim dê
Xo min nazanim kake bayê payzê ne bayekey bwarê gelê birîndarim ox
Tuxwa şwanan hemû şewê
Ta nîweşew katî xewê
Lêkyan kirdîn kosyan kewê
Nîweşewe û dinya xamoş
Dête gwêm ahengêkî xoş
Hezar xozgem bewey şwane
Kew bew mangeşewe cwane
Danîştîne des le milane
Nîweşewe û dinya xamoş
Dête gwêm ahengêkî xoş
Ahengêkî gyanperwere
Şadîhêne xefetbere
Ahengêkî dilnewaze
Tare? vyolêne? ya saze?