Xelîl Mewlanayî

Hênd Dilim Tenge

Bi dengê: Xelîl Mewlanayî
Diyalekt: Soranî
28
Hênd dilim tenge delêm bew şewe lem şare birom
Le wilatê ke cefa hakim û salare birom

Ne wefa lay kes û kar û ne sefay mawe jyan
Ba le des bêbezeyî herçî kes û kare birom

Ne gulistanê debînî ne gulê pêdekenê
Şerte lew şwênê ke bulbul qefesî xare birom
Ba le des bêbezeyî herçî kes û kare birom

Kê dezanê çi le nêw em dileda radebrê
Lêm gerên ba be xemî minî bêçare birom
Honrawe: mihemed se’îd necarî (aso)