Behcet Yehya

Ewîn Sinûrî Nîye

Bi dengê: Behcet Yehya
Diyalekt: Soranî
101
Boye çawim xoşewê çunke toy pê ebînim
Ey hawxemî giryanim hawdemî pêkenînim
Boye zarim xoşewê nawî toy pê ehênim
Katê ke nawit ebem eşkê hîlakî jînim
Be nawe qeşengeket eşkê hîlakî jînim

Jyanim tarîkîye ger ewînî to nebê
Temen wek beharêke ke nêrgizî pê nebê
Ewîn sinûrî nîye hawrêga azîzekem
Ewîn sinûrî nîye hawsere azîzekem
Yaxwa be heyranit bê heyran û awazekem

Dûr le wilatî sozim rohî min bêlaneye
Asewarêkî rûxaw şarêkî wêraneye
Dilim berdebazêkî rêgay ew cêjwaneye
Deba ’alem pêm bilên kurêkî dêwaneye

Boye çawim xoşewê çunke toy pê ebînim
Ey hawxemî giryanim hawdemî pêkenînim
Boye zarim xoşewê nawî toy pê ehênim
Katê ke nawit ebem eşkê hîlakî jînim
Be nawe qeşengeket eşkê hîlakî jînim