Emîr hesen

Kiçe Dirawsê

Bi dengê: Emîr hesen
Diyalekt: Soranî
100
Boye hez dekem bibme cîranit
Be şew û be roj bibme mîwanit
Lew kiçe dirawsê cwanî bê wêne
Carcar be rûy naz çawit helbêne

Boye hez dekem hewr û hela bê
Dinya tem û mij yar bêbela bê
Er wey dirawsê cwanî bê wêne
Carcar be rûy naz çawit helbêne

Le xudam dawaye be gule jale bî
Herdem le temen çwarde sale bî
Ho kiçe dirawsê cwanî bê wêne
Carcar be rûy naz çawit helbêne

Be berzî balat zûxaw derêjim
Hezim lê kirdûy rûm naye bêjim
Ho kiçe dirawsê cwanî bê wêne
Er wey dirawsê cwanî bê wêne
Carcar be rûy naz çawit helbêne