Behrûz Tewekulî

Daye Giyan Bigrî Leser Xakim

Bi dengê: Behrûz Tewekulî
Diyalekt: Soranî
86
Daye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewê
Min gulî sed arezûy jînim le xaka xewtuwe
Xakî meydanî wilat hawreng le dengî* min buwe
Damenîşe daye gyan bo hatnî min çawerê
Dilnya be, besyetî, bo dengî derga megre gwê

Daye gyan swêndim be firmêskî geş û êşî dilit
Daye gyan swêndim be cewr û meynetî bê hasilit
Min demêke cergî sûtandûm henasey serdî gel
Dilpirî kirdim xemî deskurtî û rengî zerdî* gel
Daye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewê

Daye gyan ew kîjey wa etwîst be bûkî to bibêt
Xot bide pîşanî carêk ba be hîway min nebêt
Takû bitbînê ke reşpoşî le ser ta patewe
Belkû birwa û dilnya bê û min lebîr bibatewe
Daye gyan bigrî leser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewê
Honrawe: şerîf husên penahî
*= le honrawey şa’îrda "xakî meydanî xebat rengînî xwênî min buwe" û "rengizerdî" hatuwe.