Areb Osman

Fatmê Zalmê

Bi dengê: Areb Osman
Diyalekt: Soranî
139
Erê wey fatmê zalmê kwêstanim dîtin dîtin
Fatmê zalmê memkî kîjorem dîtin
Fatmê zalmê çend be mekir û cilîtin

Erê wey fatmê zalmê
Kwêstanman le şinoye
Kulmet gulî lîmoye
Gwarey le gwê sê goye
Wek birîncî ’emberboye
Xelk mestî şerabî
Ew diley min mestî toye
Pêşwazî balat deken
Xelkî hewlêr û koye

Erê wey fatmê zalmê feslêkî zor dilgîre
Nêwan mangî beharan kwêstan derazênewe
Xêl heldekşên bo binaran
Dû şit yekcar zor car xoşe bo sêbûrî dildaran
Gerelawjey şewane, helperînî êwaran

Fatmê zalmê le kengî heta kengî
Fatmê zalmê memk sorê hefit rengî
Bot nemam ax fatmê le xiryan naçne çengî
Fatmê zalmê kwêstanim dîtin dîtin
Fatmê zalmê memkî kîjorem dîtin
Fatmê zalmê çend be mekir û cilîtin