Zyad Es'ed

Peşîmanim

Bi dengê: Zyad Es'ed
Diyalekt: Soranî
117
Gyane goranîyekanim hemûy cwan bûn wekû çawit
Nerim û şa’îrane bûn wek perçemî xawit
Gyane raste hezaranî wekû min kewtine dawit
Esûtan le tawit
Belam tenya her minim ’eşqêkî pêkhatûy le elfubêy nawit
Peşîmanim dilim da be to be asanî
Gyane peşîmanim dilim da be to be asanî
Toş xistite jêr pêt qedirit nezanî

Peşîmanim le dildarî
Sûtawim le dest xem û azarî
Peşîmanim ke tom nasî
Dilim da be to zor be kesasî
Le’net lew jyaney toy be min nasand
Dirextî xoşewîstî be dilimda çeqand
Biro namewê îtir balat bibînim
Bêwefa bûy gyane derheq be jînim

Nazanim çon bawerim pêt kird
Jyanim qurbanîy xakî ber pêt kird
Be qisey şîrîn minit firîw da
Ta ew diley minit becarê şêt kird
Axir to manay ’eşqit nezanîwe
Wefa û sozî kurdanet hergîz nedîwe
Biro namewê îtir balat bibînim
Bêwefa bûy gyane derheq be jînim
Axir to manay ’eşqit nezanîwe
Wefa û sozî kurdanet hergîz nedîwe