Cêgir Mîdya

Henasekem

Bi dengê: Cêgir Mîdya
Diyalekt: Soranî
78
Henasekem lew satewey cêt hêştûm
Yadekanit xem dunyay pê çeştûm
Gilênekem azarî ’eşq û ewîn
Bulbul û gul hîçyan bê yektir najîn
De na na mero memke rencero

Çon bitwanim girî ewîn xamoş kem
Be dil bêzar be rûkeş xom dilxoş kem
Ke derwanim ruxsarit nadyare
Wa hest ekem xerîbêkim lem şare
De na na mero memke rencero