Hesen Zîrek

Boçî Minit Nawê

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
108
Masî le derya dur le xezênê
’aşiqî yarêkim bîlla kemer eşkênê
Kuştûmî çî lê bikem dû çawî zênê
Ebro peyweste wela boç namdiwênê
Da dey pêm bilê to bî û xuda boç eminit nawê
Hatuçoyeket esmer lêm buwe be dawê
Dil wekû mindalî sawa girûm lê degrê
Her delê be wîjdanim yarî xom dewê

Qestem bew namey cwanê namî toy pêwe
Qestem bew namey namî toy pêwe
Çon befrî kwêstane zerdey xor pêwe
Ferzendî xelkîye çendim dil pêwe
Da dey pêm bilê tuxwa boç eminit nawê
Hatuçoyeket cwanê lêm buwe be dawê
Dil wek mindalî sawa girûm lê degrê
Her delê be wîjdanim yarî xom dewê

Ha dey pêm bilê tuxwa boç eminit nawê
Hatuçoyeket esmer lêm buwe le* dawê
Dil wek mindalî sawa girûm lê degrê
Her delê be wîjdanim yarî xom dewê

Axir bizanin yar bo torawe
Axir çîm gutuwe le min rencawe
Qedbarîk û bîlla zulfî zor xawe
Bebîlla çim nekutuwe le min rencawe
Axir leber çî nazdar meylî minî nawe
A dey pêm bilê pêm bilê boç eminit nawê
Dey dey zûbe pêm bilê boç eminit nawê
Hatuçoyeket esmer lêm buwe be dawê
Dil wek mindalî sawa girûm lê degrê
Her delê be wîjdanim yarî xom dewê
*: lewêda "be" dirûse.