Konehewar ey beheşte bê wênekem
Hewênî jîn ey rewge dilrifênekem
Çem û kanît, çya û baxit pir le razin
Hezar çeşne hewênî şî’ir û awazin
Ba be yadî rojanî şadî dildarî
Sucde bem bo xak û xol û berd û darî
Le her darê çepkegulêk yadgarê
Wiçanê dey le cêjwanî koneyarê
Konehewar ey beheşte bê wênekem
Azargeste hawderde dil be xwênekem
Boçî tarî tirîfey rûn? be çî tarî?
Çîye barî kelî zistan le to barî?
Tuxwa heste ewe sirwey beyanî dê
Beharî kesk û sûrî zîndeganî dê
Ta le naxî jan û jînta netwêmewe netwêmewe
Lew ewîneş heta mirdin nakşêmewe
Zemane gulêkî damê lêy sitandim
Bonim pêwe nekird lêy helpisandim
Rîşey cerg û dilim bû ew guley min
Felek zor bêwefa bû lêy sitandim
Ey gulekem wey gulekem bonxoşekem
Paşî balakey to dil be kê xoş kem
Sebebkarit zelîl û qurbeser bê
Şew û roj xwardinî xwênî ciger bê
Xerîb mabûm le taranê bo wat kird
Esîr mawim le zîndanê bo wat kird
Hey bo wat kird gulim bo wat kird
To bo wat kird
Be xatrî qewm û xêl male min û xot xira kird
Şayî û şînim têkel bû ey gulî min
Behare perpere û jaka gulî min
Ey gulekem wey gulekem bonxoşekem
Paşî balakey to dil be kê xoş kem