Ta key çawerêy yaran bim xerîbim le şaranim
Ta key xemhelkêşî wan bim çaw be girye û giryanim
Ger nemdîtyewe azîzim biro boxot silamet
Dîdenî yaran azîzim gyane kewte qyamet
Dil zelîl bî bo le kulî were bigre samanê
Zûxawim le dilî helqulî girûy girtuwe bo cwanê
Wêlim be dway derdî dilim xerîbim le şaranim
Des be sîne laremilim çaw be girye û giryanim
Dilim deryay bê payan bê her axhelkêşî tome
Cêgay xwaz û kanebyan bê yekcar pejarey tome