Le dûrewe nawit bîstûm
Naşareza xoşt wîstûm
Gwaye legel şî’rekanma zor jyawî
Şewehay şew tezûy şîrînyan pê dawî
Netnasîwim netnasîwim birwa bike netnasîwim
Ew cîhaney to etewê lay min hergîz des nakewê
Ew cîhaney to etewê hergîz lay min des nakewê
Cîhanî min hemûy xeme zerdexeney yekcar keme
Telarî min kelaweye cêy pertûk û honraweye
Ewey rûgey dil û çawe
Tenha bitêkî şikawe
Dûr be le min le jînî min
Le çawanî bedbînî min
Dûr be le min le helbestim
Lew çepkaney bo şaçepkê deyanbestim
Le dûrewe nawit bîstûm
Naşareza xoşt wîstûm
Gwaye legel şî’rekanma zor jyawî
Şewehay şew tezûy şîrînyan pê dawî
Netnasîwim netnasîwim birwa bike netnasîwim
Belênim dabû be to bêm biçîn bo seyranê
Nehatim lêm bibûre leber befir û baranê
Hey yarê û yarê û yarê
Pelem lê meke carê
Em zistane zor sarde hawar
Seyran xoşe beharê
Le naw xizim û kesî xom min be şêt naw birawim
Ger şêt bim şêtî tome rîşey cerg û henawim
Hey yarê û yarê û yarê
Pelem lê meke carê
Em zistane zor sarde hawar
Seyran xoşe beharê