Sabîr Kurdistanî

Belên Bê Îtir Nawit Nehênim

Bi dengê: Sabîr Kurdistanî
Diyalekt: Soranî
67
Belên bê îtir nawit nehênim
Nawit nehênim
Dirkî xem le cêy şadît biçênim
Şadît biçênim
Bûkî pejare binême cêy to
Le birî dil, meynet danêm le rêy to
Belên bê îtir nawit nehênim
Nawit nehênim

Peyman bê çunke şika belênim
Bisirim le çawim firmêskî xwênim
Bûme semere be dawî towe
Bednawîm zira be nawî towe
Belên bê îtir nawit nehênim
Nawit nehênim

Pejaret minî kirde xanexwê
Tawê bê taset neçûme ser cê
Hetaku emro ke xoşmiwîstûy
Wişey aramim le lêw nebîstûy
Belên bî îtir nawit nehênim
Nawit nehênim

Gwêt neda be swêy azarî dûrî
Boyê ser gonat mawe be sûrî
Min nebê legel xema ecengim
Bom dernabrê zimanî lengim
Belên bî îtir nawit nehênim
Nawit nehênim