Hesen Zîrek

Le Sîley Qebran - Bê Mosîqa

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
53
Xeber berin bo xizmanim
Awrêk berbote xermanim
Boç lêm zîze mêhrebanim
Tehe lew rêzexalane
Kiçê bo min başin ew çawane
Çibkem
Yarî xome lêm nebane

Le sîley qebran hey sizaye
Hakim bimkujêt lew qelaye
Xo min nanêm meylî ew leylaye
Qurbanî gwarey zêwit bim ax
Min be fîday xendey lêwit bim

rayşkêne rayşkêne û be çirîkêkî mêrane
Ba biçîne melbendî şerê û şer dawetî kurdane

Ey wey ey wey çîm lê hat
Bûm be kotrekey dûrulat
Min pîr bûm û yar boç nehat
Ca wergerê ba balat bibînim
Kiçê ba derçê gyanî şîrînim
Yarebî min bimirim qet mergit nebînim

Xerîbim bo to min le şinoye
Kulmeket gulî lîmoye
Ca gwarey wa le gwêt sê goye
Qurbanî xet û xalit bim
Min be fîday cwanê cemalit bim
Xulqim ke amîn gyan ba le malit bim