Ew kurey hêşta le jwanê rêy heye
Seyre zor seyre ke alûdey meye
Ew kesey pencole bikuşê carubar
Ew kesey destî bigate gerdinî yar
Ew kesey ramûsê kulmey tas û lûs
Ew kesey têy helnedabê çarenûs
Ew kesey bimjê xunawey gerdenê
Kifre yek qetre şerabî ger denê
Ew kesey asûde û xoş raybiward
Qet xemî yexsîr û koylanî nexward
Xemrewênêk gwê bidate razî ew
Nazenînêk bê bikêşê nazî ew
Bigrê pencey nerim û nol naskê
Boy kirabête serînê, baskê
Heybê hêz û gurd û tîn û taw û gor
Rojgarî reş nebê bextî migur
Ew kese cêgay le meyxane nîye
Ew kese bade û şerabî bo çîye
Şîwenî min şînî kurdî bêbeşe
Ew geley haşa deken lêy û heşe
Ba le zarim bête der pişkoy şî’ir
Ba firawantir bikem asoy şî’ir
Parçegoştêke dilî min rû nîye
Nalenalî min direnge zû nîye
Derdî dûrî kuştimî
Derdî wişyarî û sebûrî kuştimî
Yadî yaran û wilatim roj û şew
Lêy heram kirdûm* qerar û xurd û xew
Yadî yaran û wilatim roj û şew
Lêy heram kirdim qerar û xurd û xew
Şew dekêşim şewnxunî û bêxewî
Roj deçêjim derd û daxî bê ewî
Çon nenalê ew diley pir hestî min
Çon le ejno bibnewe dû destî min
Kurdewarî ey wilate cwanekem
Rolekem xêzanekem bawanekem
Ey ewaney qet le bîrim naçnewe
Êste bimbînin erê emnasnewe
Rojgar harîwmî wek esponî wird
Hêz û twanay lê birîwim derde kurd
Bûme gepçar û deka galtey be min
Ew rimûzney zendeqî çûbû le min