Heme Salh Dîlan

Ey Tirîfey Mangeşewî Zîwînî Asman - Qetar

Bi dengê: Heme Salh Dîlan
Diyalekt: Soranî
130
Ey tirîfey mangeşewî zîwînî asman
Bo be tosqal car be carî xot edey nîşan
Derbikewe rûnakî pak were serînim
Bom rûnak ke zîndanî tar jûrî kemînim

Razaweye dîwarî pan birey zincîrî
Dem kirawe û ’ezretî leş minim nêçîrî
Ey bulbulî şewan bêdar ta berî beyan
To bo min û minîş bo to ebîn be nîşan
Bom bixiwêne minî nexoş minî derdedar
Çeşî êş û nahemwarîm hawrême azar
Ey gulekey reng pemeyî serdarî jale
Wek bîstûme reng şîrînî û çêştinit tale
Belam takû em qiseye kame ’eşqî gul
Twanîwêtî destî nyaz binête ser dil
Honrawe: heme salh dîlan