Şehîn Talebanî

Becêm Mehêle

Bi dengê: Şehîn Talebanî
Diyalekt: Soranî
61
Becêm mehêle hîwa û hestî min
To manat dawe be helbestî min
Gulekem bê to çole em şare
Şarî dilekem bê to tembare
Were ba dîsan bihesêmewe
Wekû xunçegul bişkofêmewe
Becêm mehêle hîwa û hestî min
To manat dawe azîzim be helbestî min

Becêm mehêle tale tenyayî
Ay tem û taw rojî cyayî
Hanê destî min kwanê rizgarî
Hawar le şew û le ewîndarî
Were ba dîsan bihesêmewe
Wekû xunçegul bişkofêmewe
Becêm mehêle tale tenyayî
Ay tem û taw azîzim rojî cyayî

Becêm mehêle agirbarane
Dilim be temay meylî carane
Belênê bideyn peyman neşkênîn
Ta rojî neman bo yek bimênîn
Were ba dîsan bihesêmewe
Wekû xunçegul bişkofêmewe
Becêm mehêle agirbarane
Dilim be temay gyanekem meylî carane