Masî le derya bawanim dur le xezêne
’aşiqî yarêkim bewela kemerişkêne
Rêbwar û rêbwar gyanekem...
Ew maley heme bequrban nezrî ella bê
Ew maley heme seyzade nezrî ella bê
Be şerit koçeket bawanim berew dwa bê
Erê rêbwar hey rêbwar xanim gyan min be rêbwarit bim
Le mûçey ber dê seyzade nîwekarit bim
To zêrî xalîs bawanim min ’eyarit bim
Şerte ta demirim nazenîn fîdakarit bim
Erê malê barî kird bequrban kes neygêrawe
Malê barî kird nazenîn kes neygêrawe
Boxom danîştim ey hawar dilxoşîm dawe
Erê rêbwar û rêbwar bawanim min be rêbwarit bim
Le mûçey ber daw* xanuman fîdakarit bim
Şerte ta demirim be wella nîwekarit bim
To zêrî xalîs seyzade min ’eyarit bim
Erê way way way
Be fiday demit bim cwanê jin be didanewe
Delêy sedefe seyzade be dûkanewe
Erê rêbwar û rêbwar bawanim be rêbwarit bim
Le mûçey
Le mûçey ber dê seyzade nîwekarit bim
To zêrî xalîs bawanim min ’eyarit bim
Şerte ta demirim cwanejin fîdakarit bim
Erê heste le xewê bawanim bizane çîm dewê
Heste le xewê cwanê jin bizane çîm dewê
Min le gerdinî zerdit be wella dû maçim dewê
Mîwanî rojim bequrban memxere şewê
Erê rêbwar hey rêbwar be wella rêbwarît nakem
Le paş balaket cwanê gyan dildarî nakem
Le dway balay to be wella dildarî nakem
Erê dilekem be qurban nazenîn dilekey terit bê
Dilekem be qurban cwanê gyan dilekey terit bê
Ew koçe kirdit de biro koçî şerit bê
Ew koçey kirdit bawanim koçî şerit bê
Rêbwar û rêbwar bawanim be rêbwarit bim
Le mûçey ber dê seyzade nîwekarit bim
To zêrî xalîs bawanim xom ’eyarit bim
Şerte ta demirim seyzade fîdakarit bim
Erê way way way
Swêndit bo dexom cwanejin be babegurgur
Swêndit bo dexom be wella be bawegurgur
Bo to nemawim ey hawar şoxî cîgerbir
Rêbwar û rêbwar ey hawar be rêbwarit bim
Le mûçey ber dê seyzade nîwekarit bim
To zêrî xalîs bawanim min ’eyarit bim
Şerte ta demirim be wella fîdakarit bim