axrîn malî jiyanim kuncî bendîxaneye
Em kelebçe merhemî zamî dilî dêwaneye
Bûkî azadîm ewê xwênim xenes bo dest û pê
Helqe helqey pêwenim wek pilpile û lerzaneye
Gerçî dujmin wa ezanê min be dîlî lal ebim
Baş bizanê birakem kuncî zîndanim qutabî xaneye
Girtin û lêdan û kuştin amîlî azadîye
Top û şestîr û kelebçe lam wekû efsaneye
Bîrî azadîm le zîndna firawantir ebê
Qur beser ew dujminey hîway be bendîxaneye
Ger be azadî nejîm mirdin xelate bo leşim
Nokerî û serdanewandin karî namerdaneye
Çawerwanî şorişêkim alemê rizgar bika
Mîletim bo ew mebeste kirdewey şêraneye
Çekî şorişgêrî min nûsîn û bîr û bawere
Raperîne helmete pir ne’retey Kurdaneye
Qan’im emro le zîndana be azadî ejîm
Sed hezar le’net lewey wa nokerî bêganeye