Homer Dizeyî

Maçî Bê Dwayî

Bi dengê: Homer Dizeyî
Diyalekt: Soranî
1966
Maçim ke maçî bê dwayî
Ba şîley lêwit mestim ke
Wekû badey xwayî

Maçim ke maçî bê dwayî
Etirsim emeyan bibê be maçî dwayî
Ger becêm bêlî hîçim pê nahêlî

Le tîn û le dîn û le jîn
Memxere em bare
Dil bo to zamdare
Her bo to pire le evîn
Henawim seyrî nawçawim

To carêk xotî tya ebînî belam min ta mawim

Maçim ke maçî bê dwayî
Etirsim em maçe bibê be malawayî
Maçêkî em lêwe gazêkî em sêwe

Sarêj eken kone birîn
Dilim meşkêne çîtir memgiryêne
Sîngitim bo bike be serîn

Maçim ke maçî bê dwayî
Ba şîley lêwit mestim ke wekû badey xwayî

Maçim ke maçî bê dwayî
Etirsim emeyan bibê be maçî dwayî
Kê elê em maçe nabê be malawayî
Maçim ke