Tahir Tofiq

Meqamî Qelbî Min Û Bestey Hey Nar Hey Nar

By: Tahir Tofiq
Dialect: Sorani
1590
Qelbî min çeşnî lale bêt û newtî tê biken
Agirî dujmin bête gyanim wek çira min pê biken
Şeqşeqî ken goşt û êsqan yek be yek xwêy tê biken
Bê tirs min dême meydan hukme azadîm dewê
Ger nesûtêm û nexnikêm çon hejarim serkewê
Neçme naw cergî hejar û şanbeşanî wek bira
Roh û laşem îş neka bo mîlletêkî heq xura
Bew şewî pir tirs û tarîk min nesûtêm wek çira
Komelî damay hejaran çon debînin biçne pêş
Lêm gerên min ba bisûtêm bibme xak û xolemêş
Bibme xak û xolemêş ba ta hejarim pê biga
Ba bisûtêm belke genc û lawekanim tê biga
Bête meydan xwên birêjê ta heqî xoy pê biga
Ta bizanê xerqî xwêne kê heqî wî xwarduwe
Ba lebo heq xwên birêjê derçê dujmin ta zuwe
Samî qurbane gelit be qet mejî bew zîllete
Herkesê bimrê le rêgay nîştiman û mîllete
Namrê hergîz demênê çunke xawen xîrete
Xot be qurbanî gelit ke ferze qurbanî lebo
Nîştimanî hur û serbest umetêkî serbexo

Hey nar hey nar bawanim yar hat û royî be lence û lar

Gerçî tûşî renicberî û hesret û derdim emin
Nabezim lem çerxe siple her delêm merdim emin

Qurbanit bim ey bay şewê
Xew bê le çawim nakewê
Dil mecnûne leylay dewê
Hey nar hey nar bawanim yar
Hat bexêr bê be lence û lar
Hey nar hey nar bawanim yar
Hat û royî be lence û lar

Ger le birsana leber bê bergî wişk û req helêm
Nokerî bêgane nakem ta leser ’erdim emin
’aşiqî çawî kejal û gerdinî pir xal nîm
’aşiqî kêw û telar û berden û berdim emin

Zulifit barî berdanewe
Be bay îşwe dexulanewe
Kone birînim dekulanewe
Hey nar hey nar bawanim yar
Hat û royî be lence û lar