Le destim dê
Katjimêrî kameranît bwestênim
Le destim dê
Elqey pencet pê firê dem
Namey bextit bsûtênim
Le destim dê
Hemû şitêk aşkira kem
Kam şewit geş û rûnake
Ew şewî fû le çira kem
Le destim dê, be dû wişe
Dilî zaway wîstût reş kem
Le xoşawî şewî perdetan bêbeş kem
Namekanit yek yek mawin
Diyarîye sadekanit mawin
Çawyan şore
Dest leser sing bom westawn
Le tawî ew karesatem
Areqey şerm detkênin
Morî hezêkî agirîn
Be naw çawtewe delkênin
Gewahî eden leserit
Dartêlekanî ser şeqam
Gewahî deden ewaney
Namey toyan bo ehênam
Belê giyane
Ger bimewê katjimêrî kameranît bwestênim
Ger bimewê alqey pencet pê firê dem
Namey bextit bsûtênim
Belgem pêye
Hezar belgey aşkira û rûn
Belgey çwar sal pêkewe bûn
Talêkî zulfit nemawe têr têr bonim nekirdbê
Cê derzîyek le singî birsît nemawe
Pencem pey pê nebirdbê
Belam çibkem
Xoşewîstît, nehengêke
Xwênî tînim exwatewe
Xoşewîstît rûbarêke
Qînî reşim deşwatewe